Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de zêdetirî 20 şewatan derketin, hin ji wan jî nehatine vemirandin.
Li gor medyaya Tirkiyeyê, li bajarên Antalya, Mêrsîn, Edene û bajarên din zêdetirî bîst şewatên daristanan derketin. Di encamê şewatan de bi sedan donim zevî û daristan şewitîn.
Hewlên vemirandina şewatan li erdê û ji asmanan ve bi alîkariya helîkopteran didomin.
Li Bakurê Kurdistanê jî, li çend deverên Çewlîgê şewat derketin. Hewlên vemirandina şewatan didomin.