Li Efrînê çekdaran 90 dar birîn û dest danîn ser 6 apartmentan

Li Efrînê çekdaran 90 dar birîn û dest danîn ser 6 apartmentan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve, nêzîkî 90 daran li çend gundên Efrînê birîn û dest danîn ser 6 yekîneyên nişticihbûnê û firotin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, çekdarên grûpa “Feyleq El-Şamê” 15 darên hinaran ên cotkarekî di navbera gundên Îsak û Şadêrê de birîn û wek êzing firotin.

Heman jêderê da zanîn jî, çekdarên ser bi grûpa bi navê “Artêşa Niştimanî” ve 24 darên zeytûnan li gundê Eyn Dara birîn û birin Idlibê, ta ku wek êzing bifiroşin.

Diyar kir jî, li gundê Metîna 35 darên zeytûnan û li gundê Dêrwîş jî 12 darên zeytûnan û 5 darên gûzan ji aliyê çekdarên ser bi grûpa bi navê “Artêşa Niştimanî” ve birîn.

Rewangehê belav kir, çekdarên ser bi grûpa Sultan Silêman Şah (Emşat) dest danîn ser 6 yekîneyên niştecihbûnê (Apartment) yên neqediyayî li ser rêya Cindires – Efrînê yên welatiyekî Kurd û ew her yek bi 800 dolar firotin çekdarên din.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve, ji bilî destdanîna xwe ser mal û milkên xelkê, bi sedhezaran darên berhemdar û darên daristanan hatine hilkirin, birîn û şewitandin.

Pustên heman beş