Barzaniyan çi kirin? Û danîna rêbazê

Barzaniyan çi kirin? Û danîna rêbazê

Bûbê Eser

Hûn ya rastî bixwazin, heger ne ji eşîreta ango konfederasyona Barzaniyan û bi taybetê ne ji Barzanîyan ba, niha zûde doza Kurd û Kurdistanê, li ser destê xwefiroş û xaînên kurdan de têk çûbû. Ev bû zêdeyî sed salane ku ji bona doza gelê kurd têk nere, Barzaniyan şerê azadiya gelê xwe kirine û dikin. Di nava şer û pevçûnê de Kurd kirin xwedê rêbazeke ku ew xwe li gor wê bi rêxistinî bike.

Dema Barzaniyan karê, rêxistiniya xwe ya li ser asasê rêbaza pîroz nûjen kirin. Dest bi şerî hebûn û nemana Kurd û Kurdistanê kirin. Hê jî ji bona serxwebûna Kurdistanê tekoşîna gelê xwe didin. Ji bona vê armancê, xwe feda dikirin, da ku Kurdistan bighêje hedefa xwe ango Kurdistaneke serbixwe diyarî gelê xwe bikin.

Divê em her qehremanekî gelê xwe, di dilê xwe de bi cih bikin. Çi yên mirî û çi yên zîndî, Pêwîst e em xwedî li wan derkevin. Wan biparêzin. Ji ber ku qehreman, rêber zû bi zû dernakevin, peyda nabin. Lewra divê em yên bûna cangorî tim bi bîr bînin û xwedî li yên hê di nava me de ne û ji bona gelê xwe dijîn, derkevin.

Bawer bikin heta niha kê serkêşiya gelê me kirine, çi rêber û mezinên me hebûn û hene divê em tim wan zîndî bikin. Xwedî li ked û qehremaniya wan derkevin. Rê û rêbazên wan, ruhê tekoşîna wan, ji xwe re bikin rehber. Di rêya ji bona azadiya gelê xwe de gelek wêrek û mêrxasan ji bona doza gelê wan têk nere, xwe feda kirine. Divê em wan ji bîr nekin. Lê di nava hemî qehremanên welatê me de cihê Barzaniyan taybetmendiyeke xwe heye. Ew tenê ne tekoşer bûn. Her weha ew di wê zanebûna danîna rêbazekê de jî bûn. Îro em bi saya wê rêbazê xwedî perçek axa xwe ya azad in.

Lê divê em ji bîr nekin ku M.Mistafa Barzaniyê nemir, serok û qehremanekî welatê xwe, rêberekî gelê xwe bû. Lewra jî hin taybetmendiyên wî ji rêber û qehremanên me yên din cûda bû. Kesî bi qasî wî dijminê xwe nasnekiribûn. Lewra li gor vê nasînê wî rêbaz nûjen kir û di jiyanê de pêk anî ye.

Divê kurd jî vê rêbazê fêr bibin da ku bidin ser şopa Barzanî. Şopa wî neteweyî ye, şopî wî weke hevî ye. Şopî wî rêbaza kurdan e. Rêbaza wî kurd û Kurdistanî ye. Çi dema û li kîjan perçê Kurdistanê Kurd li gor vê tevbigerin, wê bi karibin welatê xwe ango perçên din jî ji bin nîrê dagirkeran azad bikin.

Pêwîst e em baş bizanibin û fêr bibin ku heger ne bi gulleya ewil ya bêdengiya kurdan rakirbû, heger ne ji wê şoreşa îlonê ba (1961), dibû ku ji wê demê de kurd nemabana.

Heger ne ji şoreşa gulanê (1976) ya ku şikil şemala dewletbûnê di serê her kurdekî de bi cih kiribû, ba, dibû ku îro kurdan behsa Kurdistaneke serbixwe nekirina. Loma ez dibêjim;

Miletekî bê rêbaz, zehmet e ku bikaribe xwe ji bin destê dagirkeran bi rehetî azad bike. Dagirker har û hov in. Dagirker qatilê gelê me ne. Dagirker bi hevre û li gel hev ji bona tunekirina kurdan û Barzaniyan tevdigerin. Dagirker xwedî hêz û qawet in. Lewra pêwîst e ku em kurd jî li hember hemî zordarî û dagirkeriya dijmin hêza xwe bikin yek. Bibin yek qawet, bibin xwedî nerîneke neteweyî û rêbazekê da ku em bikaribin bi serkevin…

Kurd û Barzaniyên di bin destê çar dagirker û hevalbendên wan de her tekoşîna azadiya xwe didin, dane û wê hê jî bidin. Lê ji bilî başûrê kurdistanê perçên din di çi rewşê de ne, diyar e. .Azadî û serxwebûna Kurdistanê ne rehet e. Ji ber ku dagirkeran tim jî hevalbendên xwe ji nava me derxistine, gelek ji kurdan û hin ji partiyên kurdan kirine hevalbendên xwe. Wan xurt û bi çek dikin da ku kurd xwe bi xwe şerê hevdu bikin. Aha ev e ya zehmet ku îro em weke miletek êşa wê dikşînin.

Îro hemî dagirkerên me û hin ji dewletên din li ser serê me agir pêxistine. Ji bona vemirandina vî agirî Barzaniyan tim destê xwe şewitandine da ku welat neşewite. Tim ew agir vemirandine û tefandine. Lê niha ya xerab ew agir êdî bi destê kurdên xulamtiya dagirkeran dikin pê dikeve.

Loma pêwîstiya em jî xwe li gor rêbaza Barzanî bi rêxistinî bikin heye. Da ku doza gelê xwe ya ji bona man û nemanê, tekoşînê bidin. Azadiya perçeyekî tariya li ser perçên din radike. Azadiya perçeyekî rehetî û serbestiyê ji perçên din re tîne.

Ji ber vê ye divê hemî kurd, îro ji bona serxwebûna başûrê Kurdistanê bi hevre, dest bi dest, mil bi mil kar û xebatê bikin. Weke brêz Mesud Barzanî gotibû: ”Gundekî serbixwe ji welatekî bindest baştir e”.

Pêwîst e ku em agahdar bin, şiyar bin û ji bona parastina destkeftiyên başûrê Kurdistanê, li ser nigê xwe bimîne da ku rojekê wir bibe serbixwe. Loma divê hemî kurd dest bidin hev. Aha xwedî li rêbazê derketandin û xurtkirina wê weha dibe. Ji ber ku rewşa başûrê kurdistanê qedera perçên din jî diyar dike. Ê ji bona vê jî ev sed salin berxwe didin Barzanî ne. Ê niha jî dixwazin ji bona me Kurdistaneke serbixwe li gor rêbaza pîroz, ragihîne dîsa Barzanî ne.

Ji bona Barzanî doza gelê me li ser asasê rêbazê dimeşînin, têne hezkirin. Kar û xebatên wan yên bi salan, armancî û berxwedanên wan hemî jî ji bona Kurdistaneke serbixwe ye. Aha Barzanî ev kirine û vê dikin. Loma divê em îro vê nerînê, vê rêbazê xurt bikin da ku hemî perçên din bighêjin azadiya xwe.

Pustên heman beş