Barzan Husên: Rêveberiya Xweser tawanbar û terorist berdan lê rojnamevan û çalakvan girtî hîştin

Barzan Husên: Rêveberiya Xweser tawanbar û terorist berdan lê rojnamevan û çalakvan girtî hîştin

Rojnamevanekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Di dema ku Rêveberiya Xweser tawanbar û bazirgannên madeyên hişbir serbest berdide, çalakvan û siyasetmedaran binçav dike.”

Rêveberiya Xweser roja 17ê Tîrmehê “Lêborîneke Giştî” ji bo tawanên terorê û tawanên li dijî ewlekariya Rêveberiya Xweser hatine kirin, ragihandibû.

Rojnamevan Barzan Husên ku pêştir çend caran ew bi xwe jî ji aliyê ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatibû revandin, derbarê “Lîborîna Giştî” ya Rêveberiya Xweser de, ji K24ê re got: “Em wek gelê Rojavayê Kurdistanê dilxweş dibin dema ku lêborîneke giştî tê ragihandin, lê mixabin, bazirganên madeyên hişbir û terorist bi van lêborînan tên berdan.”

Barzan Husên da zanîn: “Em agahdar in ku nêzîkî 250 kesên ku di sayloyên Reqayê de girtibûn ku pêwendiya wan bi DAIŞê re hebûn û tawanên giran bûn, hatin berdan. Lê mixabin rojnamevan, çalakvan, rewşenbîr û siyasetmedar û kesên xwedî nêrîn û helwestên siyasî girtî mane.”

Herwiha got: “Ji dawiya meha dara borî ve, 15 kes ku çalakvan û endamên partiyên di nava ENKSê de ne girtî ne ku yek ji wan birayê min e. Heta niha 4 ji wan hatin azadkirin, lê çarenivîsa 11 kesan heta niha ne diyar e ku yek ji wan birayê min e, ev 108 in çarenivîsa wî ne diyar e.”

Rojnamevan Barzan Husên got jî: “Heta niha em nizanin gunehê birayê min û kesên din çi ye ku di nava wan de çend rojnamevan hene û yek ji wan jî jin e û navê Bêrîvan Îsmaîl e. Ew 11 kesên girtî jî, rojnamevan, çalakvan û kesên xwedî helwestên siyasî ne.”

Diyar kir jî, “Em wek malbatên revandiyan, me gelek caran li deriyê dezgehên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser dan, ta ku bizanin ew ji ber çi hatine girtin, lê em bê bersiv dimînin.”

Barzan Husên behsa awayê revandina birayê xwe kir û got: “Birayê dema sibê diçû ser karê xwe, otomobîleke ku camên wê reşkirî hat û kesên ku ser rûyên wan girtî birayên min girtin û destdirêjî li pêş çavên kurê wî yê 9 salî kirin. Biraziyê min heta niha ji ber wê riftara çekdaran, derûniya wî têk çûye. Ev awa û çawaniya girtinê bi rastî ji aliyê xelkê Rojavayê Kurdistanê ve nayê qebûlkirin.

Rojnamevan Barzan Husên amaje bi wê jî kir, “Ev revandina çalakvan, rojnamevan û siyasetmedaran, bandorê li yekgirtiya civakî dike û ziyanê digihîne yekrêzî û yekhelwestiya siyasî ya ku xewn e ji hemû kurdan re.”

Pustên heman beş