Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke din a koçbera Efrînê revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" keçeke din a koçbera Efrînê revand

Rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê, keçeke koçbera Efrînê bi armanca tevlîkirina wê di nava refên PKK’ê de revandin.

Li Gorî Rewangeha Sûrîya Mafên Mirovan, rêxistina “Ciwanên Şoreşger” zaroka 14 salî Sîdra Hisên Ebdulhenan ku ji gundê Baxceyê navçeya Bulbulê ya gundewarê Efrînê koçber bûbû, revand.

Zaroka bi navê Sîdra bi dayika xwe û du xuşkên xwe re li herêma Şehba li gundewarê Bakurê Helebê dijiya, ku di 16 vê mehê de ji aliyê rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ve hat revandin.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, endamên “Ciwanên Şoreşger” Sîdraya zarok li ber derê mala wê revandiye, Ciwanên Şoreşger ji rewşa têkçûyî ya malbatê sûd wirgirtiye, ji ber ku dayika wê bi keçên xwe re bi tenê dijiya piştî ku ji mêrê xwe veqetiya, her wiha sûd ji nebûna diya wê di wê demê de di malê de wergirt, ev keç bi otomobîlekê ve hate revandin, dapîra zarokê otomobîl li ber derê malê dît û piştî siwar kirina keça biçûk otomobîl bi lez ji wê derê dûr ket û heya niha çarenivîsa vê keçê nediyare.

Bi gotina yek ji kesên nêzîkî wê zarokê, berî vê yekê sê hevalên wê li dibistanê hatine revandin û endamên “Ciwanên Şoreşger” bi rojan berî revandina wê hewl dan ku zarokê razî bikin ku bi wan re biçe.

Malbata keçê ji çarenivîsa wê pir ditirse û daxwaza vegerandina wê dikin.

Tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên tevgera “Ciwanên şoreşger” şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li rêveberiya xweser û HSD’ê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş