Enfala xwezaya Behdînan bi sponserya PKKê dewam dike
Artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî di 3 rojan de bi dehan bombe li ser 7 gund û navçeyên Dihokê barandine, PKKê liv û tevgera xwe ya li dorbera gundan zêde kiriye û bi vê sedemê ev gund dewam dikevin ber êrîşan û şewat û zirarên pir mezin çêbûne ku şêniyên Dihokê bi Enfala xwezaya Behdînan navkirine.
Li gorî bîlançoya 3 rojên 18, 19 û 20 Tîrmeha îsal 2024ê ya êrîşên Tirkiyê û paşvekşîna PKKê, 7 gund û navçeyên diyar yên Dihokê ketine ber êrîşan.
Gundên ketine ber êrîşan:
Serê Çiyayê Xêrê li hindavî gundê Çem Ribetê.
Tonêla PKKê li çyayê hindavî Guherzê.
Gundê Sipîndarê.
Gundê Ore.
Deriyê Bêra li hindavî gundê Berçî.
Geliyê Bazê.
Gundê Dergela Mûsa Begê.
Êrîş wisa bûn:
Li 18/7/2024:
Demjimêr 1:30 Nîvro balafirên artêşa Tirkiyê serê Çiyayê Xêrê li hindavî gundê Çem Ribetê li nahiya Çemankê – devera Nehlê bordumankiriye û şewat bi çiya ket.
Demjimêr 7:31 Mexreb balafirên artêşa Tirkiyê tonêla PKKê ya li çiyayê hindavî gundê Guherzê bordumankiriye, herwiha li demjimêr 7:36 Mexreb gundê Sipîndarê li devera Berê Gare bordumankiriye.
Li 19/7/2024:
Demjimêr 12:10 Nîvro ji encamê bordumana topxaneyên artêşa Tirkiyê şewat bi aqarê gundê Ore li devera Berwarî Bala ket.
Demjimêr 5:10 Êvarî balafirên artêşa Tirkiyê tonêla PKKê li çiyayê hindavî gundê Guherzê bordumankiriye.
Demjimêr 7:40 Mexreb topxaneya artêşa Tirkiyê Deriyê Bêra li hindavî gundê Berçî – nahiya Dêrelokê devera Nihêliya topbarankiriye.
Li 20/7/2024:
Demjimêr 3:20 Berî spêdê balafirên Tirkiyê ji corê helîkopter tonêla li hindavî Guherzê bi teqeya doşkê û mûşeka bi dijwarî bordumankiriye.
Demjimêr 11:00 Ta 12:40 Nîvro topxaneyên artêşa Tirkiyê gulle top li Geliyê Bazê yê devera Berwarî Bala xistine.
Demjimêr 6:45 Êvarî balafirên artêşa Tirkiyê gundê Dergela Mûsa Begê li devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêxistiye.
Artêşa Tirkiyê pêtirî mehekê ye êrîşeke dijwar li dijî rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê da ye destpêkirin, rojane gundên sînorê parêzgeha Dihokê bi sedema liv û tevgerên PKKê dikevin ber êrîşan û rûberên herî berfereh yên aqarên gundên Dihokê şewtîne û zirarek mezin çêbûye.