Biden xwe da aliyekî

Biden xwe da aliyekî

Serokomarê Amerîkayê û namzedê serokomariyê yê Partiya Demokrat Joe Biden ragihand ku wî, ji dev berbijêriya serokatiya Amerikayê berda û ew wek berbijêrê serokatiyê piştgiriyê bide Cîgira xwe Kamala Harris.

Biden bi nameyekê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand.

Biden di nameya xwe de diyar kir ku biryara ku wî 4 meh beriya hilbijartinê daye “ji bo başiya partî û welatê wî ye.”

Biden diyar kir ku li Amerîkayê di 3,5 salên dawîn de ku wî serokatî dikir pêşketineke mezin çêbûne û wiha got: “Me demokrasiya xwe parast .”

Biden diyar kir ku ev şanaziya wî ya herî mezin bû ku wek Serokê Amerîkayê kar kir û got, “Min niyet kir ku careke din bibe berbijêr, lê min biryar da ku li ser navê partiya xwe û welatê xwe vekişim baştir e. “Ji bo dema mayî, ez ê tenê li ser erkên xwe yên wekî serok bisekinim.”

Biden diyar kir ku ew ê di rojên pêş de der barê biryara xwe de ji raya giştî re biaxive û ji bo “hevkariya wê ya awarte” spasiya Cîgirê Serok Kamala Harris jî kir.

Biden spasiya baweriya gelê Amerîkayê kir û got, “Heya ku Amerîka yekgirtî be, tiştekî ku nikaribe bi dest bixe tine.”

Pustên heman beş