Rêveberiya Xweser li gorî “Lêborîna Giştî”, 140 girtiyên DAIŞê ji zindana Elaya li bajarê Qamişlo serbest berdan.
Çalakvanên bajarê Qamişlo belav kirin, Rêveberiya Xweser îro 22 Tîrmehê 140 girtiyên ku bi tawanên “DAIŞê” hatibûn girtin, ji zindana Elaya ya Qamişlo serbest berdan.
Duhî jî Desteya Dadweriya Civakî di Rêveberiya Xweser de, 180 girtiyên DAIŞê ji zindana Xiwêranê ya bajarê Hesekê serbest berdabûn.
Rêveberiya Xweser roja 17ê Tîrmehê “Lêborîneke Giştî” ji bo tawanên terorê û tawanên li dijî ewlekariya Rêveberiya Xweser hatine kirin, ragihandibû.
Di çarçoveya vê lêborînê de, tê plankirin ku nêzî 1500 girtî ji girtîgehên Rêveberiya Xweser di nava vê hefteyê bên berdan.
Li gorî lêborînê, mîr, serokên rêxistinên terorîst, beşdarên teqînan û kesên şerê li dijî HSD’ê kirine û bûne sedema mirinan, nayin derxistin.