Di 3 rojan de 23 çekdarên PKKê li Gare, Xakurk û Asosê hatine kuştin

PKK-Turkey-Gerila-Amar-Bilanco-Kurdistan-Net

Di sê rojên rabûrî de, 23 çekdarên PKKê li herêmê Gare, Xakurk û Asûsê yên li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin û hewext 18 çekdarên YPGê li Rojava Kurdistanê.

Li gorî agahiyên ku wezareta parastina netewî ya Tirkiyê parvekirine, di rojên 19, 20 û 22 Tîrmeha îsalê, bi êrîşên asmanî û bejahî yên artêşa Tirkiyê 23 çekdarên PKKê li herêmên Gare, Xakurk û Asûsê hatine kuştin.

Her wiha li herêmên Rojava Kurdistanê 18 çekdarên YPGê baskê leşkerî yê PKKê ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê pêtirî mehekê ye êrîşeke dijwar li dijî rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê da ye destpêkirin, rojane gundên sînorê parêzgeha Dihokê bi sedema liv û tevgerên PKKê dikevin ber êrîşan û rûberên herî berfereh yên aqarên gundên Dihokê şewtîne û zirarek mezin çêbûye.

Pustên heman beş