Çiyayê li hindavî Guherzê di 3 rojên rabûrî da rastî bordomanên dijwar hatîye

guherz-pkk-turkey-net

Bordumankirina gundên derdora Dihokê bi sedema liv û tevgerên PKKê dewam dike, di 3 rojên rabûrî de çiyayê li hindavî Guherzê rastî bordumanên dijwar hatîye.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin, li rojên 21, 22 û îro 23 Tîrmeha 2024ê, tûnela li çiyayê hindavî gundê Guherzê li nahya Dêrelokê rastî êrîş û bordumanên dijwar hatiye û bi vî awayî:

Li 21\7\2024:

  • Demjimêr ‎8:00‏ û 9:45 Şevê firokên leşkirê Tirkiyê rojhelatê tûnela li hindavî gundê Guherzê li nahya Dêrelok – devera Nihêlya bordumankiriye.

  • Demjimêr ‎8:00‏ Şevê firokên leşkirê Tirkiyê gundê Gîzê – devera Berê Gare bordumankiriye.

Li 22\7\2024:

  • Demjimêr ‎7:20‏ Mexreb firokên leşkirê Tirkiyê dîsa tûnela çekdarên ‎PKKê li hindavî gundê Guherzê bordumankiriye û paşî li demjimêr ‎9:00‏ Şevê helîkopteran bi çeka doşkê êrîşî heman tûnelê kiriye.

Li 23\7\2024:

  • Demjimêr ‎12:15‏ Helîkopterên artêşa Tirkiyê êrîşî Şikefta Babekra ‏ li geliyê ‏ gundê Bazê – Nahya Kanî Masê kiriye.

Artêşa Tirkiyê pêtirî mehekê ye êrîşeke dijwar li dijî rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê da ye destpêkirin, rojane gundên sînorê parêzgeha Dihokê bi sedema liv û tevgerên PKKê dikevin ber êrîşan û rûberên herî berfereh yên aqarên gundên Dihokê şewtîne û zirarek mezin çêbûye.

Pustên heman beş