“PYD endamên DAIŞê ji girtîgehan azad dike”

“PYD endamên DAIŞê ji girtîgehan azad dike”

 PYD, demeke ji ber ku li gel serok eşîretên navçeyê li Sûriyê  rêkeftin kiriye, dest bi azadkirina endamên DAIŞê kiriye, çalakvanek radigehîne ku dehan kurd li girtgehê de ne û çarenivîsa wan ne diyare.

Îro sêşemê 23.07.2024, çalekvanê sivîl li Sûriyê Mehmûd Elo, ji BasNewsê re axivî û amaje bi wê daye ku PYDê, nêzîkî 200 mehkûm azad kiriye, ku ew endamên DAIŞê bûn.

Herwaha ronî jî dike, biryare 1500 endamên DAIŞê bên berdan û wî çalekvanî ew jî aşkera kirk u ew prose qonax bi qonax tê ancamdan, li gor wê soza ku ji serok Eşîretê Ereban re hatiye dayîn.

Mehmûd Elo wê jî tekez dike, çarenîvîsa kesên siyasî û rojnamevan û rêveberên ENKSê ne diyarin.

Ew çalekvan radigehîne ku berdana DAIŞ û hîstina kurdan di girtîgehan de, wê yekê îspat dike ku PKK ji kurdan acize û siyaseta PKKê di xirabiyê de bê mînake.

Meha borî, 15 rojnamevan û siyasetmedarên ENKSê ji aliyê PYDê ve hatine girtin, daxwaz ji PYDê tê kirin ku çarenivîna wan girtiyên kurd aşkera bike.

Pustên heman beş