Amerîka sîstema berevaniya asmanî li Heseke û Dêrazorê bicih dike

Amerîka sîstema berevaniya asmanî li Heseke û Dêrazorê bicih dike

Hêzên Amerîkayê 4 sîstemên berevaniya asmanî ya kurtavêj li parêzgeha Heseke û Dêrazorê bicih kirin.

Medyaya Erebî ragihand, hêzên Amerîkayê karwaneke nû ya alîkariyên leşkerî ji Başûrê Kurdistanê di rêya deriyê sînorî El-Welîd re derbasî Rojavayê Kurdistanê kir û li baregehên xwe yên li herêmê bi cih kirin.

Diyar kir jî, di nava van karwana nû de, 40 wesayitên zirxî yên Bradley û çar sîstemên berevaniya asamanî ya ji cureya (Avenger) ên kurtavêj hene û helîkopterên Amerîkî jî ji asman ve çavdêriya karwanê dirin.

Hat ragihandin jî, sîstemên berevaniya asamanî (Avenger) li baregehên Amerîkî yên li Xirab El-Cîr û Şedadê yên li parêzgeha Hesekê û baregehên li kêlgeha petrolê El-Omer û kêlgeha Konîko yên li Dêrazorê hatine bicihkirin.

Li gorî heman jêderê, sîstemên berevaniya asamanî (Avenger) pêştir di nîvê meha Adara borî de jî ji aliyê du kompanyayên Amerîkî ve bo li navçeyên di bin kontrola HSDê de hatin bicihkirin.

Sîstema berevaniya asmanî ya Avenger, herî zêde digihe 443 k.m, li dijî mûşekên Kruise, dron, firokeyên bi bask û helîkopterên ku nizm difirin tê bikaranîn.

Pustên heman beş