Bi sedan DAIŞiyên bin desthilata PKKê li Rojavayê Kurdistanê hatine azadkirin, hewl didin xwe bigehînin Iraqê

Bi sedan DAIŞiyên bin desthilata PKKê li Rojavayê Kurdistanê hatine azadkirin, hewl didin xwe bigehînin Iraqê

Fermandariya operasyonên rojavayê Nînowa hişyarî da ku endamên DAIŞê dixwezin xwe bigehînin Iraqê ku xwedî nasnameya Iraqê ne û vê dawiyê ji aliyê îdareya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê ve hatine azadkirin.

Roja 17.07.2024ê îdareya xweser a Rojavayê Kurdistanê yasaya jêborîna giştî ji bo wan tewanan pejirand ku yasaya dijeteror a bi hejmara 7 a sala 2024ê wan li xwe digre.

Yasa ji 6 madeyan pêkhatiye, ku cezayê nîv zîndanîkirina demkî û guhertina cezayê heta hetayî ku dibe 15 sal zîndanîkirinê. Herwaha efûya li hemû cezayên demkî û heta hetayî ji bo wan cezayan tê dayîn ku nexwaşiyên kujer wan hebe û ewên ku temenên wan li jor 75 salî be.

Ev jêborîn û efû ku bi rêya navbeynkariya eşîretên ereb li gel îdareya xweser a Rojavayê Kurdistanê ve hatiye pêkanîn, ku îdare girêdaye bi biryarên Qendîl û PKKê ve, emîr û rêveberên rêxistina terorîst û ewên ku beşdarin li bombebaran û dijminatiya dijî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê û herwaha ew tewanên ku bûne sedemê can ji dest dana kesekî li xwe digre.

Hejmara wan kesên ji ber wê biryara efû û jêborînê hatine azadkirin geheştiye zêdetirî hezar kesan û ji wê hejmarê jî li gor zanyariyan 470 kes Iraqî bûn û hejmarek ji wan kesên hatine azadkirin jî hewla wegerê û derbasbûna bo nav axa Iraqê didin.

Li gor zanyariyên ewlehiyê hejmarek ji wan DAIŞiyên hatine azadkirin hewl dane xwe bigehînin nav axa Iraqê û ji ber wê jî fermandariya operasyonên rojavayê Nînowayê di peyamekî de daxwaza wergirtina tevdîr û rênîşanderiyên xwe parastinê û hişyariyê daye hêzên ewlehiyê.

Pustên heman beş