Tirkiyê berpirsê PKK/KCKê yê Silêmaniyê kuşt

Omer Firat-Net

Hat ragehandin Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiye (MÎT) berpirsê PKK/KCKyê yê Silêmaniyê Omer Firat û 2 çekdarên din ên li gel li bakurê Silêmaniyê bi operasyoneke esmanî ji kar xistine, ango jiyana xwe ji dest dane.

Li gor ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê Ajansa Anadolu ragehand, berpirsê PKKê yê Silêmaniyê Omer Firat ku wek Andok Tolhildan tê naskirin û du çekdarên din ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê yên  Irfan Zendî yê ku wek Raman Rênas û Hîdayet Resûlî yê wek Cengaver Mikayîl tê naskirin li Silêmaniyê bi operasyoneke esmanî ya ji aliyê MÎTê ve hat birêvebirin de hatine kuştin.

Ji aliye din ve çapemeniya ser bi PKKê jî 3 roj berî naha ew nûçe piştrast kir û ragehand, roja 14ê Tîrmeha 2024ê 3 çekdarên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) di encama êrîşeke esmanî ya balefirên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.  

Pustên heman beş