Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî, xaniyek pêşkêşî Daye Şemê hat kirin

Dye Sheme

Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, xaniyek wekî diyarî pêşkêşî Daye Şemê ya xwediya 33 şehîdên destê DAIŞê hat kirin.

Daye Şemê û malabata xwe her duh (Çarşem, 24.07.2024) ji kempa Çemmişko derkeftin û çûn nav xaniyê xwe yê nû, ku dikeve navenda bajarê Dihokê.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter di wî warî de ragehand, “Daye Şemê û malbata xwe hejî wî xanî ne û gelek qurbanî ji bo axa Herêma Kurdistanê dane.” Herwesa got, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî em raspartine ku li ser xizmetkirina tevaya xûşk û birayên Êzidî berdewam bin.”

Pustên heman beş