Du qurbaniyên din yên şerê bê encamê Partiya Karkeran

-PKK-Turkey-Wan-Kurdistan-Girle-gerila-Info

Rêxistina PKKê nasnameya 2 çekdarên xwe yên keç ragihand ku li 10î vê mehê ketine ber êrîşê dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dane.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêcşemê 25\7\2024 nasnameya 2 çekdarên xwe yên keç eşkere kir ku li 10 Tîrmeha îsalê li Wanê ya li Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

Ev 2 keçên ku PKKê berê wan daye mirinê, bi navên Diljîn Hesen û Vesîle Bişar tên nas kirin, ew ji Wanê ne, rêxistinê ew weke bi hezaran keçên din yên Kurdan xapandin û bi navê berxwedanê berê wan da mirinê.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş