Li Kerkûkê baregeha Sêyem a PDKê rastî êrîşeke çekdarî hat

Li Kerkûkê baregeha Sêyem a PDKê rastî êrîşeke çekdarî hat

Baregeha Liqê Sêyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê îro rastî êrîşeke çekdarî hat.

Berpirsê Liqê Sêyem ê PDKê Mihemed Kemal ji K24ê re ragihand, îro berbangê demjimêr 03:00, ji çend aliyan ve gule li baregeha me hatin reşandin û pasewanênê baregehê jî bersiva wan da.

Mihemed Kemal got jî: “Armanca êrîşkeran ew bû, xaleke pasewanên baregehê bigirin, bêna nava baregehê û kiryarên terorîstî pêk bînin.”

Berpirsê Liqê Sêyem ê PDKê diyar kir jî: “Ziyanên canî ji ber êrîşê çênebûne, lê ev pêşhateke xirab e û divê lêkolîneke berfireh li ser were kirin.”

Pustên heman beş