Tirkiye: Me 25 cihên PKKê wêran kirine

25 cihên PKKê

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên wan ên şer di çend êrişên asmanî de, 25 cih û veşartgehên PKKê wêran kirine.

Diyar kir jî, wan di êrîşan de herêmên çiyayî yên Gara, Qendîl û Asosê yên li parêzgehên Dihok, Hewlêr û Silêmanî bombebaran kirine û şikeft, veşartgeh, embar û cih û warên dermandarên PKK’ê kirine armanc.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê got jî: “Êrîş bi baldarî hatin kirin û hemû tedbîr hatin girtin ji bo parastina jiyana sivîlan, deverên niştecihbûnê, bermayên dîrokî û çandî.”

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Aştiyê ya Cîhanî ragihand, ji ber şerê di navbera şervanên PKKê û artêşa Tirkiyê de, di kêmtirî mehekê de 182 malbat ji gundên nêzîkî navçeyên şer li parêzgeha Dihokê koçber bûne û 602 gund jî di bin metirsiya valakirinê de ne.

Wê rêxistina Amerîkî got jî, artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîranê heta 11ê Tîrmehê, 285 êriş pêk anîne ku piraniya wan li parêzgeha Dihokê bûne.

Pustên heman beş