Nasnameya du keçên Kurd îro paş derbasbûna 7 salan li ser mirina wan aşkere bû, Partîya Karkeran ew weke bi sedan keçên din yên Kurdan li Avaşînê dabûne kuştin.
Îro roja şemî 27 Tîrmeha 2024ê nasnameya du çekdarên jin yên PKKê aşkere bû ku li 27 Tîrmeha sala 2017ê li devera Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê ketbûn ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dabû.
PKKê weke tev keç û xortên kurdan, mirina van du keçan jî bo dema 7 salan veşartî hiştbû û îro hatiye di medyaya xwe de wêneyên wan parvekirine û dibêje em wan li bîr tînin.
Navên wan wisaye:
Ozlem Reşît ji Colemêrgê.
Sarya Salih ji Mêrdînê.
Partiya Karkeran di pesnê wan de dibêje: Milîtanên fedayî, jinên azad yên tevgerê fedayê Apo bûn.
Partiya Karkeran her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de par vedike, ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de feda dike û piştre tê di medyaya xwe de pirobugandayê bi wan dike, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi sedan ciwan mane rêxistinê mirina wan veşartî hiştiye.