Rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) zarokekî temen biçûk ji bajarê Minbicêyê gundewarê Helebê revandin.
Tora Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand, “Ciwanên Şoreşger zarokê 14 salî yê bi navê Mecdedîn Mihemed Mustefa navê dayika wî Delal, ji bajarê Minbicê revand û ber bi kampên leşkerkirina zarokan ve bir.”
Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.
Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.