Li navenda bajarê Efrînê şer di navbera komên çekdar de derket û di encamê de 2 zarok birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, li nava bajarê Efrînê şerekî çekdarî di navbera çekdarên grûpa bi navê (El-Hemze) de derket.
Li gorî heman jêderê, şer li ser parvekirina mal û milkên şêniyê bajêr ku koçber bûne derketiye û di encama şer de, 2 zarok bi guleyan birîndar bûne.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, gelek caran şer û pevçûn li ser dizî û talanê û dabeşkirina mal û milên kurdên Efrînê di navbera grûpên çekdar bi xwe de derdikeve ku di encamê de sivîl jî dibin qurbanî.