Di 2 rojên rabûrî de, 14 çekdarên PKKê li herêmê Gare, Xakurk û Asûsê yên li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin û hewext 9 çekdarên YPGê li Rojava Kurdistanê.
Li gorî agahiyên ku wezareta parastina netewî ya Tirkiyê parvekirine, di rojên 28, 29 Tîrmeha îsalê, bi êrîşên asmanî û bejahî yên artêşa Tirkiyê 14 çekdarên PKKê li herêmên Gare, Xakurk û Asûsê hatine kuştin.
Her wiha li herêmên Rojava Kurdistanê 9 çekdarên YPGê baskê leşkerî yê PKKê ketine ber êrîşan û hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê pêtirî mehekê ye êrîşeke dijwar li dijî rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê da ye destpêkirin, rojane gundên sînorê parêzgeha Dihokê bi sedema liv û tevgerên PKKê dikevin ber êrîşan û rûberên herî berfereh yên aqarên gundên Dihokê şewtîne û zirarek mezin çêbûye.