Rêxistina PKKê nasnameya du Gerîlayên xwe aşkere kirin ku çar mehan berê li Xakurkê ketbûn ber êrîşan û canê xwe ji dest da bûn û ji nû îro mirina wan îfşa bûye.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja duşemî 29 tîrmeha 2024ê nasnameya du çekdarên xwe yên bi navê Yehya Seîd ji Şirnexê û Ehmed Ednan ji Minbicê aşkere kirin ku li 30 Nîsana rabûrî li herêma Xakurkê bi êrîşa asmanî ya dewleta Tirk canê xwe ji dest da bûn.
HPGê weke tev ciwanên ku berê wan daye mirinê, piştî çar mehan ji nû ve mirina Yehya Seîd û Ehmed Ednan raghand û go ku milîtanên me yên Apoyî canê xwe fedayê Apo kirin!.
Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.