Parêzgeriya Mêrdînê ragihand, li navçeya Nisêbînê 4 herêm wek Herêma Ewlekariyê ya Teybet hatine destnîşankirin û hişyarî tê dayîn ku welatî li gorî biryara parêzgeriyê tevbigerin.
Ji aliyê Parêzgeriya Mêrdînê hat ragihandin, li bejahiya navçeya Nisêbînê 4 herêm bo 15 rojan wek Herêma Ewlekariyê ya Teybet hatine destnîşankirin.
Parêzgeriya Mêrdînê dide zanîn ku biryar ji roja 30ê tîrmehê ve dikeve warê cibicîkirin û heta 13ê tebaxê jî didome.
Parêzgarî hişyariyê dide welatiyan jî ku bo parastina can û malên xwe bila li gorî biryarê tevbigerin. Parêzgarî dibêje armanca biryarê ew ku pêşî li tawanan were girtin û maf û azadiyên welatiyan jî werin parastin.
Di herêmên wek Herêma Ewlekariyê Ya Taybet hatîn ragihandin de tax/gundên wek Karacakoy, Doganli,Kûyûar û Çalikoyê hene.