Sêzde çekdarên rêxistina PKKê di 24 saetên derbasbûyî de li herêmên Gare û Heftenînê yên li Başûrê Kurdistanê, ketine ber êrîşên asmanî û hatine kuştin.
Li gorî wezareta parastina netewî ya Tirkiyê, duh roja çarşemî 30/7/2024ê 13 çekdarên Partiya Karkeran li herêmên Gare û Heftenînê yên li Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşên dewleta Tirk û hatin kuştin.
Destnîşan kir, ev çekdarên rêxistinê bûne hedefta êrîşên asmanî yên artêşa Tirkiyê.
Artêşa Tirkiyê pêtrî mehekê ye êrîşeke dijwar li dijî rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê da ye destpêkirin, rêxistinê wendahiyên mezin da ne û tevî vê rojane gundên sînorê Dihokê bi sedema liv û tevgerên PKKê dikevin ber êrîşan, rûberên herî berfereh yên aqarên gundan şewitîne û zirareke mezin çêbûye.