Tevgera Ciwanên PKK’ê 3ê zarokên din revandin

Tevgera Ciwanên PKK’ê 3ê zarokên din revandin

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî di 30 Tîrmeha 2024an de navên 3 zarokên din ên ku ji aliyê Tevgera bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji PKK’ê werdigirin belav kir ku bi armanca leşkerkirina neçar ji herdu bajarên Minbicê û Reqayê hatine renavdin.

Li gor agahiyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî, Mihemed El-Ebdulah Ehmed ê 15 salî, ji Kolana 23’ê Sibatê li parêzgeha Reqayê hate revandin, Ezîz Ala Soyrî ê 14 salî, li bajarê Reqayê hat revandin, û Ehmed Fîras El-Casim ê 13 salî li ser rêya Heleb û Minbicê hate revandin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên tevgera “Ciwanên şoreşger” şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li rêveberiya xweser û HSD’ê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş