Hewlên Partiya Karkeran yên valakirina gundên Dihokê dewam dikin
Deh gund û herêmên diyar yên parêzgeha Dihokê ji 23 Tîrmeha rabûrî ve bi sedema tevgera çekdarên PKKê ketine ber êrîşên asmanî û bejahî, tevî dilgiranîya şêniyan, êrîşan şewatên mezin çêkirin û zirareke pir meznitir bi aqarê gundan ketiye.
Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kir ku ji 23 heya 29 Tîrmeha 2024ê angu di 6 rojan de, bi sedema tevgerên bi guman ên PKKê, artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî 10 gund û herêmê Dihokê bordoman kirine, zirarek mezin çêbûye.
Ev der ketine ber êrîşan:
Girê Sor ku dikeve hindavî deriyê Serzêrî.
Pira Bilbilê li devera Berwarî Bala.
Tûnela çekdarên PKKê li hindavî gundê Guherzê.
Çiyayê hindavî gundê Spîndarê.
Pişta Geliyê Dêreşê û Girgaşê.
Serê Çiyayê Metîna.
Pişta aqarê gundê Berçê.
Di navbera gundên Bazê û Bêşîlê.
Devera Şara li Rojavayê deriyê Bêra li hindavî gundê Berçê.
Êrîş wisa bûn:
Li 23\7\2024:
Demjimêr 2:05 Nîvro topxaneya artêşa Tirkiyê li serbazgeha Girê Sor ku dikeve hindavî deriyê Serzêrî yê sînorî yêk gulle top li nêzî pira Bilbilê li devera Berwarî Bala daye û şewat bi deverê ket.
Demjimêr 2:25 Nîvro topxaneya artêşa Tirkiyê tûnela çekdarên PKKê li hindavî gundê Guherzê li nahya Dêrelokê li devera Nihêlya bordumankiriye.
Demjimêr 3:49 Nîvro balafirên artêşa Tirkiyê heman tûnel bordumankiriye.
Demjimêr 5:20 Êvarî balafirên artêşa Tirkiyê du mûşek li çyayê hindavî gundê Spîndarê li devera Berê Gare xistine.
Li 24\7\2024:
Demjimêr 11:09 ta 11:45 şevê balafirên artêşa Tirkiyê pişta Geliyê Dêreşê û Girgaşê li devera Berê Gare burdumankiriye.
Demjimêr 9:40 Şevê balafirên artêşa Tirkiyê yên ji corî helîkopter tûnela PKKê li hindavî Guherzê bordumankiriye.
Demjimêr 11:04 Şevê balafirên artêşa Tirkiyê heman tûnel careke din bordumankiriye.
Demjimêr 7:10 mexreb balafirên artêşa Tirkiyê serê Çiyayê Metîna li hindavî devera Şara pişta aqarê gundê Berçê li devera Nihêliya bordumankiriye.
Li 27\7\2024:
Demjimêr 9:45 Şevê balafirên helîkopter yên Tirkiyê bi mûşek û çeka doşke li tûnela li hindavî Guherzê xistiye.
Li 28\7\2024:
Demjimêr 4:25 êvarî balafirên artêşa Tirkiyê yêk mûşek di navbera gundên Bazê û Bêşîlê li devera Berwarî Bala dane.
Demjimêr 7:03 mexreb balafirên artêşa Tirkiyê aqarê gundê Spîndarê û pişta gundê Girgaşê li devera Berê Gare bordumankirine.
Demjimêr 7:11 Mexreb balafirên artêşa Tirkiyê rojhelatê tûnela hindavî Guherzê bordumankiriye, piştre demjimêr 9:10 şevê balafirên helîkopter bi çeka doşkê êrîşî heman tûnel kiriye.
Demjimêr 7:13 mexreb balafirên artêşa Tirkiyê devera Şara li rojavayê deriyê Bêra li hindavî gundê Berçê – devera Nihêliya bordumankiriye.
Ji meha gulana îsal 2024ê ve û paş dijwarbûna êrîşên dewleta Tirk, rêxistina PKKê bi enqest çekdarên xwe dişîne dorbera gundên parêzgeha Dihokê, ev gund jî dewam dikevin ber êrîşan û vê nîgeraniyek mezin li cem şêniyên gundan çêkiriye û PKKe vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Dihokê ji şênîyan werin vala kirin.