Fermandarekî Pasdarên Îranê li Beyrûtê hat kuştin

Pasdar-beyrut

Di êrîşa Îsraîlê ya berî du rojan li ser başûrê Beyrûtê de ku berpirsekî pilebilind ê Hizbullah hatibû kuştin, Fermandarekî Pasdarên Îranê jî hat kuştin.

Îsraîlê şeva 30î Tîrmehê êrîşî avahiyeke niştecihbûnê li Taxa Başûr a Beyrûtê kiribû ku tê serkirdeyê navdar ê Hizbullahê Fuad Şukir (Hac Muhsen) hatibû kuştin.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Îranê, Di êrîşa Îsraîlê ya şeva 30î Tîrmehê de, şêwirmendê leşkerî yê Îranê Mîlad Bîdî hat kuştin ku di heman avahiyê de bû.

Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan a Libnanê duhî gotibû, karên rakirina kavilan li cihê êrîşê berdewam dikin û hejmara kuştiyên êrîşê gihîştiye 6 kesan û eger heye ew hejmar zêde bibe.

Rojnameya Times of Israel ragihand ku fermandarê leşkerî yê Îranê yê di êrîşê de hat kuştin Mîlad Bedî jî li heman avahiya ku ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve li başûrê Beyrûtê hat bombebarankirin bû.

Pustên heman beş