PKK’ê bi qasî dewleta Tirk aqarên gundên Duhokê şewitandine

PKK’ê bi qasî dewleta Tirk aqarên gundên Duhokê şewitandine

Bi destpêkirina operasyonên leşkerê Tirkiyê bo ser çekdarên PKK’ê di nava axa Başûrê Kurdistanê, zirarek mezin gihişt xwezaya Kurdistanê, hin caran bi sedema mûşek û bombeyên leşkerê Tirkiyê şewat derketine û hin caran jî çekdarên PKK’ê ji boy parastina xwe ji drone û leşkerên Tirk agir bi xwezaya Kurdistanê xistiye, herî dawî çend çekdarên PKK’ê li gundê Dergela Mûsa Begê û Mîska agir bi rez û bax û aqarê van gundan xistiye.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, di roja 30/6/2024an de heyanî 10/7/2024an berpirsê herêmî yê îstixbarata PKK’ê yê bi navê heval Kanî bi 10 çekdarên din yên PKK’ê re agir berdaye rez û bax û bîstan û aqarê gundên Dergela Mûsa Begê û Mîska yên ser bi nahiya Kanîmasê li devera Berwarî Bala.

Çavkaniyên Darka Mazî tekez kirin, van çekdarên PKK’ê ji boy dirustkirina dûmanê ev yek pêk aniye, ji boy ku bikaribin xwe ji leşkerê Tirkiyeyê biparêzin, lê bi sedema vê yekê praniya xaniyên wan gundan hatine şewitandin û şêniyên van gundan neçar mane gundên xwe çol bikin.

Pustên heman beş