Serok Barzanî: Pêwîst e dawî li rewşa neyasayî û neasayî ya devera Şingalê were

Serok Barzanî: Pêwîst e dawî li rewşa neyasayî û neasayî ya devera Şingalê were

Serok Barzanî di 10 saliya jenosîda Kurdên Êzidî de bi pêwîst zanî ku dawî li rewşa neyasayî û neasayî were ku ev 10 sal in bi neheqî li ser xelkê Şingalê hatiye sepandin.”

Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Tîrmehê bi boneya 10 saliya jenosîda Kurdên Êzidî peyamek belav kir û tê de ragihand, “Jenosîda Şingalê û tawanên ku terorîstên DAIŞ’ê beriya deh salan li hember xwişk û birayên me yên Êzidî pêk anîn, birîneke li ser bedena gelê Kurdistanê ye. Ev tawan, hevşêwe û berdewamiya jenosîd, qirkirin û tawanan ku di dîrokê de li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin. Xwişk û birayên me yên Êzidî ji ber kurdbûn û baweriyên xwe yên olî, rastî kîn û hovîtiya tawanbarên DAIŞ’ê hatin û qirkirin.”

Serok Barzanî got: “Di dehemîn salvegera vê karesatê de, silav li giyanê şehîd û qurbaniyên vê tawanê û silav li giyanê wan Pêşmergeyên qehreman ên ku xwîna xwe ji bo şikandina dorpêça çiyayê Şingalê û azadkirina Şingalê bexşî û Serê DAİŞa hov xistin bin lingên xwişk û birayên me yên Êzidî û tola wê neheqî û zilêm li terorîstan hildan.”

Herwiha got: “Di vê bîranîna xemgîn de, em tekez dikin ku em bi hemû hêza xwe piştevaniya maf û daxwazên xwişk û birayên Êzidî û şêniyê devera Şingalê dikin.”

Serok Barzanî tekez kir: “Pêwîst e rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de, ji bo asayîkirina rewşa Şingalê were cîbicîkirin û rewşa neyasayî û awarte ya ku ev deh sal in bi neheqî li ser gelê herêmê hatiye ferzkirin, bi dawî bibe. Divê dawî li wê yekê were ku alî, jan û azarên Şingalê ji bo mebestên siyasî, xweferzkirin û alozkirina rewşa Şengalê bikar bînin, divê xwişk û birayên me yên Êzidî vegerin malên xwe û di nava aştî û aramiyê de bijîn.”

Pustên heman beş