Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barazanî ragehand, Êzidî divê ji hemû aliyan ve bên qerebû kirin, herwaha divê PKK li Şingalê nemîne.
Îro 03.08.2024ê 10 sal li ser êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê bo Şingalê û jenosîda Êzidiyan re derbas dibe. Di merasîmeke salvegera wî tewanê mezin de Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkeş kir û di gotara xwe de amaje bi wê yekê kir ku divê hemû aliyan ve Êzidî bên qerebû kirinê.
Herwiha ragehand, piştî 10 salan ew tewan hîn jî birîna wê vekirî maye û got, Jenosîda Êzidiyan şokekî mezin bû ji bo hemû cîhanê, yek ji tewanên herî mezine di dîrokê de.
Barzanî got, tişta ji bo Êzidiyan hatiye kirin têrê nake, em agahdarê rewşa Êzidiyan in û pêwîste PKK li Şingalê nemîne.
Serokê Herêma Kurdistanê teqez kir divê rêkeftina Şingalê bê cîhbicîhkirin û Êzidî bixwe karûbarên xwe birêve bibin.