Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke din revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" keçeke din revand

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigirin û erka wan ya sereke revandin û çekdarkirina zarokane di berjewendiya PKK’ê de keçeke 17 salî li Helebê revand.

Tora Sûrîya çavdêriya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ragihand ku wan revandina keça temen biçûk “Meryem Edhem Îbo (17 salî)” navê dayika wê Bêrîvan Elîko, ji devera Şehba li gundewarê Helebê ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve belge kiriye.

Tora Sûrîya Çavdêriya Mafên Mirovan her weha diyar kir, Meryem Îbo, roja înê 2ê Tebaxê li ber deriyê malê û li pêş çavên dayik û bavê xwe ji aliyê “Ciwanên Şoreşger”ve hatiye revandin û ew ber bi kampên tecnîdkirina zarokan yên girêdayî hêzên Sûriya Demokratîk ve biriye.

Her wiha tekez kir ku hêzên Sûriya Demokratîk binpêkirinên xweyên li dijî sivîl û zarokan li herêmên di bin kontrola xwe de didomînin.

Zaroka biçûk, Meryem Îbo, ji gundê Zare yê navçeya Bulbulê ya Efrînê li Rojava Kurdistanê ye û tevî malbata xwe li herêma Şehbayê niştecihe.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş