Tirkiyê ji 1î Tebaxê ve bi dehan bombe û mûşek li ser gundên Dihokê barandine
Artêşa Tirkiyê bi sedema tevgera PKKê, ji 1î Tebaxê ve bi dehan bombe û mûşek li ser 10 gund û herêmên diyar yên parêzgeha Dihokê barandine, êrîşan zirarek mezin li pey xwe hiştiye û şêniyên van gundan di nîgeraniyeke berdewam de rojên xwe jiyan dikin.
Li gorî bîlançoya pevçûnên PKKê û artêşa Tirkiyê yên ji 1 tebaxa îsal 2024ê ve, 10 gund, gelî û çiyayên diyar yên sînorê parêzgeha Dihokê di operasyona Pence de hatine borduman kirin, dewleta Tirk êrîş dijwar kirine, hemwext PKKê jî tevgera çekdarên xwe pêtir nêzî gundan kiriye.
Gund û herêmên Dihokê yên ji 1î Tebaxê ve ketine ber êrîşan
Hindavî Guherzê.
Devera Şara.
Deriyê Bêra.
Dergela Mûsa Begê.
Geliyê Bazê.
Geliyê Dêreşê.
Çiyayê Heftebeqê li hindavî Geliyê Şêrane.
Aqarê gundê Mijê.
Gundê Bilave.
Gundê Berçê.
Êrîş wisa bûn:
1/8/2024:
Demjimêr 7:19 Mexreb balafirên artêşa Tirkiyê tonela hindavî gundê Guherzê û devera Şara û Deriyê Bêra li nahya Dêrelokê bordumankirine.
Demjimêr 10:05 Ta 10:30 şevê du balafirên helîkopter bi çekê doşke teqe li gundê Dergela Mûsa Begê li devera Berwarî Bala kiriye, di heman dem da sê mûşek li gundî xistine.
Demjimêr 12:20 şevê balafirên helîkopter bi çekê doşkê teqe li tonela serê çyayê hindavî Guherzê kiriye.
2/8/2024:
Demjimêr 5:15 êvarî balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêxistiye.
Demjimêr 5:18 êvarî balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Dêreşê li devera Berê Gare bordomankiriye.
Demjimêr 5:22 Ta 6:18 êvarî balafirên artêşa Tirkiyê rojhilata tonela hindavî Guherzê û Çiyayê Heftebeqê li hindavî Geliyê Şêrane li nahya Dêrelokê bordumankiriye.
4/8/2024:
Demjimêr 5:45 û 6:17 êvarî balafirên artêşa Tirkiyê tonela li hindavî Guherzê bordumankiriye û du mûşek lêdane.
Demjimêr 8:28 Şevê topxaneyên artêşa Tirkiyê aqarê gundê Mijê li devera Berê Gare topbarankiriye.
Demjimêr 9:28 Şevê balafirên helîkopter êrîşa tonela li hindavî Guherzê û pişta gund û her weha gundên Bilave û Berçê li devera Nihêlya bi çeka doşkê kiriye.
Artêşa Tirkiyê qûnaxeke nû ji operasyona Pence li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê destpêkirye, rojane gundên Dihokê di vê operasyonê de tên borduman kirin, rûberên herî berfereh yên aqarên gundan şewitîne û zirareke mezin çêbûye, PKKe jî her ku diçe pêtir paşve dikşe û niha tevgera çekdarên xwe xistiye dorbera gundan, ew dixwaze gund ji şêniyan werin vala kirin û bibin qadên şer.