Dezgeha dadwerî ya komîsyona hilbijartinan ya Îraqê, lîsansa 3 partiyên siyasî ji ber pêwendîya wan ya bi rêxistina qedexekirî ya PKKê re betal kirin.
Zêdetirî 3 mehane ku Hikûmeta Îraqê PKKe weke rêxistineke qedexe îlan kiriye û hemû destûrên hevdîtna endam û rêxistinên wê rawestandiye.
Dezgeha dadweriyê ya komîsyona hilbijartinan ya Îraqê, li ser sikalaya Encumena Ewlehiyê ya Îraqê civiya û biryar girt ku lîsansa 3 partiyên siyasî, ew jî “Partiya Azadî û Demokratî ya Êzdî, Bereya Têkoşîna Demokratîk û Partiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê anku Tevgera Azadî” betal kirin.
Komîsyona hilbijartinan di vê derbarê da daxuyanî da û got: “Me biryara betalkirina lîsansa van 3 partiyan da, ji ber peywendîya wan bi PKKê re ku li Îraqê rêxistneke qedexekrîye. Dikare îtîraz li ser biryarî bê kirin, lê piştî ku îtîraz bê encamdan, dê navenda van her sê partiyan bê girtin û dest bi ser mal û mulkê wan de bê girtin”.