Darka Mazî navên 18 çekdarên din yên PKK’ê eşkere dike ku heya niha kuştina wan nehatiye ragihandin

Darka Mazî navên 18 çekdarên din yên PKK’ê eşkere dike ku heya niha kuştina wan nehatiye ragihandin

Hejmareke herî zêdeya ciwanên Kurd di nava PKK’ê de canê xwe ji dest dane, hin ji wan di şerê li dijî leşkerê Tirkiyê de û hin jî bi destê PKK’ê bi xwe hatine tesfiye kirin û heya niha kuştina van ciwanan nehatiye ragihandin.

Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên taybet li Başûrê Kurdistanê navên 18 fermandar û gerîlayan bi dest xistine ku di dema du salên raborî de jiyana xwe ji dest dane, lê belê PKK’ê tenê mirina hinek ji wan ragihandiye û kuştina piraniya yên mayî veşartî hiştiye.

Rêxistina PKK’ê her roj wêneyên komên keç û ciwanên kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên kurd mabin ku hêjan PKK ê nasnameya wan îfşa nekiribe.

Bi awayek giştî PKK’e bi rêya van gerîlayên ku jiyana xwe wenda kirine malbatên wan bi xwe ve girê dide û di çapemeniya xwe de bazareke siyasî bi xwîna wan dike, pirr caran hin sal bi ser jiyan ji dest dana hin gerîlayan derbas dibe ji nû ve PKK’e tê û navê wan radigihîne, lê ev care Darka Mazî navê hin gerîlayên PKK ê yên ku di navbera salên 2022-2024an de canê xwe ji dest dane ligel cîh demê can ji dest dana wan eşkere dike.

 Navên çekdarên PKK’ê û berpirsyariya wan di vê rêxistinê de û herêmên lê hatine kuştin bi vî awa ne:

1-            Roza Ehmed, xebatkara çapemeniyê bû û her wiha pispor bû di bikaranîna çeka qenas de, di meha 12/2022an li aqarê gundê Şikeftê yê ser bi Devera Berwarî Bala hatiye kuştin.

2-            Axîn Amûdê, xebatkara çapemeniya PKK’ê bû, di meha 12/2022an li aqarê gundê Şikeftê yê ser bi Devera Berwarî Bala hatiye kuştin.

3-            Koçerîn Bakur, xebatkarê çapemeniya PKK’ê bû her wiha şehrezayê bikaranîna çeka qenas bû, di meha 12/2022an de li aqarê gundê Şikeftê hatiye kuştin.

4-            Botan Bakur, berpirsê bêtela giştî ya hêzên taybet yên PKK’ê bû, her wiha endamê hêzên taybet bû, li Bihara sala 2023an li girê Amêdiyê hatiye kuştin.

5-            Andoq Efrîn, Berpirsiyarê grûpa şer û endamê hêzên taybet yên PKK’ê bû, di Bihara sala 2023an de li girê Amêdiyê hatiye kuştin.

6-            Ciwan Mêrdîn, Qerargeh Qumtan bû, endamê hêzên taybet bû, pispor bû di warê teqemeniyan de, di Bihara sala 2023an de li girê Amêdiyê hatiye kuştin.

7-            Edîsa Amûdê, pispor di warê çekên giran de, di havîna sala 2023an de li girê Codî li pişta gundê Reşave yê ser bi devera Nihêliyan ve hatiye kuştin.

8-            Dijwar Amed, pispor bû di warê bikaranîna çeka qenas de, di havîna sala 2023an de li girê navên-çiyayê Metîna hatiye kuştin.

9-            Mesken Nsêbîn, di havîna sala 2023an de li çiyayê Metînayê hatiye kuştin.

10-          Azadî Kobanî, pasewana taybet ya Bêrîtan Tarame berpirsa eyaleta Metîna bû, di havîna sala 2023an de li çiyayê Metîna hatiye kuştin.

11-          Hisên Bakur, endamê hêzên taybet bû, di meha 12/2023an de li girê Amêdiyê hatiye kuştin.

12-          Welat Tatwan, berpirsê grûpa şer bû, di meha 12/2023an de li girê Amêdiyê hatiye kuştin.

13-          Helmet Dêrelok, di meha 12/2023an de li girê Amêdiyê hatiye kuştin, PKK’ê di roja 25/12/2023an kuştina wî eşkere kir.

14-          Serxwebûn Serhed, Qerargeh Qumtan ê hêzên taybet bû, di Bihara sala 2024an de li girê Amêdiyê hatiye kuştin.

15-          Xebat Ereb, endamê hêzên taybet bû, di Bihara sala 2024an de li girê Amêdiyê hatiye kuştin.

16-          Evîn Bakur, endama hêzên taybet bû, di Bihara sala 2024an de li girê Amêdiyê hatiye kuştin.

17-          Hewlêr Rojhilat, alîkarê berpirsê grûpa şer bû, di Bihara sala 2024an de li girê Amêdiyê hatiye kuştin.

18-          Canşêr Efrîn, Berpirsiyarê grûpa şer bû, di Bihara sala 2024an de li girê amêdiyê hatiye kuştin.

Pustên heman beş