Leşkerekî Tirk li Başûrê Kurdistanê hat kuştin

Esker-Turkey-Kurdistan-PKK-WPN-Info

Artêşa Tirkiyê ragihand ku leşkerekî wan di êrîşeke çekdarên Partiya Karkeran de li Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin.

Wezareta parastinê ya Tirkiyeyê îro roja çarşemî 7\8\2024ê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan yê bi navê Habîp Murat Alp di êrîşeke PKKê de hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, Habîp Murat Alp di êrîşeke gerîlayan de hatiye kuştin û wekî din ti agahî nedan.

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê li dijî PKKê dest bi êrşeke bi navê “operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êrş heta niha jî berdewam dike.

Pustên heman beş