Gelo bi rastî jî gelê Başûr li hember pevçûnên PKK’ê û TSKê bêdenge?

Gelo bi rastî jî gelê Başûr li hember pevçûnên PKK’ê û TSKê bêdenge?

Simko Ebdulezîzî

Demeke dirêje çapemeniya PKK’ê kar li ser vê yekê dike ku wisa nîşan bide gelê Başûr bê deng û bê helweste li hember pevçûnên di navbera PKK’ê û Leşkerê Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê, diqewimin.

Gelo bi rastî jî gelê Başûr bê deng û bê helwest e li hember van pevçûnan? Ti rastiyek bo vê propaganda çapemeniya PKK’ê tuneye, berevajî gotinên PKK’ê, gelê Başûr bi hemû tex û çînên xwe ve bi dengek bilind ji her du aliyan re dibêje, şerê xwe yê sexte derbasî Bakurê Kurdistanê bikin, bi dengek bilind ji PKK’ê û çekdarên wê re dibêje ti pêwîstiya Başûr bi hebûna çekdarên we li virr tuneye, pirr bi zelalî û eşkere dibêje, me Başûrê Kurdistanê bi xwîna hezaran şehîdan azad kiriye, bi awayekî şaristanî û Demokrasî me parlamento û hikûmeta xwe hilbijartiye, ev saziyên me yên fermî li ser asta cîhanê tên naskirin, em fêm nakin PKK’e li ser çi asas hatiye û li Başûrê Kurdistanê li şûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê parlementoya wê komara Zapê, Herêmên Parastina Medya, KCK û hwd damezrandine?!

Gelê Başûr bi dengek herî bilind dibêje, pêşmergeyên me çiya û deşt û nehal û bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê azad kirin, niha bi awayekî fermî me wezareta pêşmerge, wezareta navxwe û saziyên ewlehiyê hene, lê hûn hatine û careke din ev herêmên azadkirî we weke herêmên şer ragihandine, gelo qey hûn nizanin ku ev herêm sala 1991an hatine azadkirin û hikûmeta Kurdî bi hemû hêza xwe careke din jiyan vegerandiye van herêman.

Anku bi kurtasî, tev gelê Başûr li dijî hebûna leşkerê Tirkiyê û çekdarên we ne di nava xaka başûrê Kurdistanê, gelê Başûr bi qasî ku li dijî hebûna leşkerê Tirkiyeyê ye di nava Başûr de, ewqas jî li dijî hebûna çekdarên we ye di nava Başûr de, ji ber ku hûn weke pirekê tev digerin ji boy derbaskirina leşkerê Tirkiyê bo nava kûrahîya Başûr.

Gelê Başûr baş dizane Tirkiye yek ji dewletên dagirkerên Kurdistanê ye û ti car bi Başûr re nabe dost û ger bikarîbaye her di salên 90an ji çerxê raborî rê bi avakirina statuya herêma Kurdistanê nedida, ji boy vê mebestê dixebitî jî, lê kar û xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê tev planên dagirkeran ji nav birin û karî Başûr ber bi aramiyê bibe, bi awayekî ku ne bi tenê ji gel Başûr re, belku ji Kurdên her çar parçeyan re bû cihê vehewandin û parastinê.

Her wiha gelê Başûr li dijî hebûna çekdarên weye jî, ji ber ku we û çekdarên xwe heyanî niha ti fêde negihandiye Başûrê Kurdistanê, ger hûn dixwazin cihekî azad bikin jî herin cîhekî dagîrkirî, herin Rojhilat, herin Bakur. Metîna, Avaşîn, Heftanînê, Gare, Xaxurkê û hwd li Başûr di sala 1991an de hatine rizgarkirin û pêwîstî bi hebûna we li wir tune, her ji dema hatina we ji boy Başûrê Kurdistanê heyanî niha hûn yên bûye sedema nearamiya Başûr, ev ne aramî gihaye wê astê ku îro leşkerê Tirkiyeyê derbasî tev cihên stratejîk yên Başûrê Kurdistanê bûye û qereqolên xwe di nava Başûr de avakirine, û ti kes nizane wê di demên pêş me de ti pirsgirêkên mezin bi sedema hebûna wan ji Başûr re çêbibin.

 Pirsa dawî ji rêveberiya PKK’ê re wê ev be, gelo destkeftiyên we ji boy Başûrê Kurdistanê çi ne, ji xeynî zirarên madî û menewî û canî we çi fêde gihandiye Başûr? Ev Pirseke ku pêwîst dike rêveberiya PKK’ê di dadgeha dîrokê de bersiv bide.

Pustên heman beş