Şerê Tirkiye û PKK’ê berhemê hingivê îsal bi rêjeya sedî 90 kêm kiriye

Şerê Tirkiye û PKK’ê berhemê hingivê îsal bi rêjeya sedî 90 kêm kiriye

Serokê Tora Mêşvanên Kurdistanê eşkere kir ji ber çend sedeman, eger heye berhemê îsal ê hingivê Herêma Kurdistanê bi rêjeya sedî 90 kêm bike.

Serokê Tora Mêşvanên Kurdistanê Arif Şêrwanî ragehand, îsal berhemê hingivîn pir kême, ew jî ji ber çend sedemane û ‘’Yek ji wan jî îsal devera Bradost ji ber ku tenê têra mêşên wan bixwe kir û nehiştin ji ti parêzgehekî din mêş biçin zozanên wan, tenê mêşên îdareya serbixwe ya Soranê hiştin biçin deverê.’’

Herwaha diyar kir ji aliyê din ve sedemekî din jî kêmbûna berhemê hingvînê îsal ew bû, ji ber zozan îsal gelek sarbûn û ragehand: ‘’Naha zozan pir sarin û em li zozanan jiyan dikin. Salên borî di wan demane de me amûrên hênîk kirinê bikartanîn, lê îsal heta niha jî me ew amûr bikar neanîne.’’

Serokê Toran Mêşvanên Kurdistanê diyar kir, sedemekî din ê kêmbûna berhemê hingivîn jî ‘’Şerê Tirkiye û PKKê gelek bandor kiriye. Ew cîhên ku çiya ne, bi taybet li sînorê parêzgeha Duhokê, ketine nav şerê Tirkiye û PKKê û li navçeyê şer heye. Ji ber wê jî mêşvan jî nikarin mêşên xwe ji bo wan sînorane veguhêzin, ji ber an PKK li deverê ye, yan jî Tirkiye topbaran dike û ew jî gelek bandorê li ser berhemanîna hingivîn dike.’’

Arif Şêrwanî ku ew bixwe jî mêşvane, di wê baweriyê de ye ku li gor salên borî berhemê hingivînê îsal dê bi rêjeya sedî 90 kêm bike. Bi taybet jî ku derdora 10 roj maye ji bo birîna mêşan û wergirtina hingivîn dê rêje pir kêm bibe. Berhemê naha heye jî yê deştê ye, lê berhemê hingivînê zozanan gelek kêm e.’’

Şerê PKK û Tirkiyê û derveyî berhemê hingivîn bandorên cuda û xirab li ser gelek aliyên jiyanê dikin bi taybet li wan cîhên sînorî ku şer di navbera herdu aliyan de pêktê, jîngeya navçeyê jî wêran bûye û daristanên xwezayî ji ber wî şerî şewitîne û ti kes jî nikare bi armanca geştyariyê jî serdana wan navçeyan bike.

Pustên heman beş