Hêzên ewlekariya Iraqê radigehînin ku 4 kes bi tometa êrîşkirina ser binkeya Eyn Esed hatine girtin.
Îro roja çarşemî 07.08.2024, hêzên ewlekarîya Iraqê ji bo çapemeniyan axivîne û amaje bi wê kirine ku 4 kes bi tometa êrîşkirina ser binkeya Eyn Esed hatine girtin.
Di çend rojên borî de, li ser binkeya Eyn Esed li Enbarê êrîş hat kirin, di encam de hejmarek leşkerên Amerîkayê birîndar bûn, raportan amaje bi wê kirine, ku êrîş bi hêz bû ye.