Çekdarên ku PKKê mirina wan li Çiyayê Metînayê veşartî aşkere bûn

Nasnameya du çekdarên din yên Partiya Karkeran aşker bû ku ew jî du mehan berê li Çiyayê Metînayê yê li Başûrê Kurdistanê hatbûn kuştin û HPGê mirina wan veşartî ye.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê, îro roja pêncşemî 8 Tebaxa 2024ê nasnameya du çekdarên xwe aşkere kir ku li 17 Hezîrana îsalê ango du mehan berê li Çiyayê Metînayê ketbûn ber êrîşa dewleta Tirk û hatbûn kuştin.
HPGê paş derbasbûna du mehan ji nû îro hatîye û mirina wan îfşa kirî ye.
HPGê destnîşan kir, ev çekdar bi Ebdulla Ehmed û Ehmed Umer tên naskirin ku ji Şirnexê û Dêrazûrê ne.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.