Ciwanên Başûr bi eşkere kirina hinek navên pêşmergeyên li Şengalê şehîd bûyî dawî bi derewên PKK’ê anî

Di Hezîrana sala 2014an de bi êrîşa rêxistina DAIŞê, du firqeyên artêşa Îraqê bê ku şer bikin ji bajarê Mûslê derketin û tev amûrên xwe yên leşkerî li pişt xwe hiştin, di 10î Hezîrana 2014an de DAIŞê bi temamî dest danî ser bajarê Mûslî, DAIŞ bi çekên du firqeyên artêşa Îraqê heyanî derdora Bexdayê çû, lê ji aliyên tarî û dujminên Kurdistanê biryar stand rûyê çekên xwe ber bi Kurdistanê ve bizivrînin, êrîşî ser pêşmergeyên Kurdistanê kir û nêzî 2000 pêşmergeyan di şerê parastina Kurdistanê ji van êrîşan canê xwe feda kir û pêtir ji 1000 pêşmergeyan jî birîndar bûn.

DAIŞê yekemcar Şengal dorpêç kir, ji boy rakirina dorpêça li ser Şengalê hêzên pêşmerge xwestin rêya Zûmarê vekin, bi çeteyên DAIŞê re şerên dijwar destpêkirin û di vê rêyê de çendîn pêşmerge şehîd û birîndar bûn, ne bi tenê ji boy parastina Şengalê belku piştî dagirkirina Şengalê di 3/8/2014an de jî hejmarek herî zêde ya pêşmergeyan şehîd û birîndar bûn, lê hin aliyên weke PKK’ê hene ku heyanî niha dixwazin wisa nîşan bidin ti pêşmergeyek ji boy Şengalê şehîd û birîndar nebûye.

Ji boy azadkirina Şengalê 7 hezar û 500 pêşmerge beşdarî operasyona ku 12 Mijdara 2015 dest pê kirî bibûn. Hêzên pêşmergeyên Zêrevanî, Yekîneyên Pêşmergeyên Rojava, Fermandeya Şengal, Fermandeya Piştevaniya yekem, Fermandeya Barzan, hêza taybet ya yek û du, Pêşmergê Golan, Hêza Dijeterorê, hêza 32, hêza jîngehê ya Duhokê, lîwayên 4, 8 û 12 yên bi ser Wezareta Pêşmerge ve û hêza xwebexş beşdar bibûn. Di roja 13ê Mijdarê de bi serokatiya rasterast ya Barzanî Şengal bi temamî ji dest terorîstên DAIŞê hat rizgarkirin.

Belê, Şengal bi tenê bi destê pêşmergeyên leheng hat rizgarkirin, ti hêzeke din beşdarî operasyona rizgarkirina Şengalê nebû, lê PKK’ê weke hercar xwest vê dastana dîrokî jî bike behra xwe, hêzên PKK’ê di ser Rojava ra hatin Şengalê û hewl dan efsaneya ku bi 12 kesan Şengal parastine di nava gel de belav bikin. PKK’ê jî bi hêzên Îraqê re bi awayekî hevbeş ji bo astengkirina operasyona rizgarkirina Şengalê kar kir. Tevî vê yekê jî dema dît ku dê operasyon were encamdan, hinek hêzên wan ji çiyayê Şengalê xwe ber bi herêmên ji aliyê pêşmerge ve hatine rizgarkirin ve berda. Dîsa bi rêya çapemeniyê hewl da ku xwe bikin hevpişkê serekî yê vê serkeftinê. Her wiha ala xwe li sayloyên genim û cihên girîngên herêmê daleqand. Lê belê hêzên PKK’ê di tevahiya vê operasyonê de yek fîşek jî neavêtiye DAIŞê. PKK’ê li herêmên hatiye rizgarkirin de dest bi şoyên ragehandinê kir.

Anku, tevlîbûna PKK’ê ya operasyona Şengalê tenê ji bo çapemeniyê bû. Di rastiyê de PKK’e beşdarî operasyonê nebûye.

Di encama operasyonê de 2 pêşmerge şehîd bûn û nêzîkî 10 pêşmergeyan jî bi giranî birîndar bûn. Lê belê piştî êrîşên çeteyên DAIŞê yên sala 2014, hêzên pêşmerge ji bo vekirina rê û rizgarkirina Şengalê bi giştî nêzîkî 600 şehîdan dabûn.

Vê dawiyê di sosyal medyaya Başûrê Kurdistanê de navên 118 pêşmergeyan ji 600 pêşmergeyên li Şengalê û derdora wê şehîd bûne hatine parvekirin, navên pêşmergeyên ku li Şengalê canê xwe feda kirine evin:

1-            Ehmed Bozan Îbrahîm, ji dayik bûyê 24/3/1993, di 12/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

2-            Ehmed Zorab Soltan, ji dayik bûyê 1987, di 26/9/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

3-            Ehmed Mihemed Îbrahîm, ji dayik bûyê 1/1/1993, di 18/8/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

4-            Idrîs Abdullah Şemsedîn, ji dayik bûyê 1/7/1966, di 25/4/2017 de li Şengalê şehîd bûye.

5-            Êdî Bedel Xelef, ji dayik bûyê 1/1/1970, di 20/10/2014 de li l Şengalê şehîd bûye.

6-            Erkan Ehmed Yunis, ji dayik bûyê 1/1/1980, di 18/2/2016 de li herdan-Şengalê şehîd bûye.

7-            Azad Îsmaîl Xudêda, ji dayik bûyê 22/1/1989, di 12/12/2014 de li gundê Koço şehîd bûye.

8-            Îsmaîl Bolo Îbrahîm, ji dayik bûyê 1/1/1968, di 21/12/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

9-            Îsmaîl Seîd Bapîr, di 25/4/2017 de li Şengalê şehîd bûye.

10-          Ekrem Îsmaîl Şerîf, ji dayik bûyê 3/10/1987, di 7/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

11-          Emkiyan Mistefa Badînî Badînî, ji dayik bûyê 15/6/1995, di 2/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

12-          Ekrem Qasim Ezîz, ji dayik bûyê 15/1/1968, di 2/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

13-          Emîn Yeqûb Elî, ji dayik bûyê 1/1/1994, di 7/5/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

14-          Înzar Hisên Zibêr, ji dayik bûyê 1/1/1989, di 2/3/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

15-          Eyaz Emîn Xudêda, ji dayik bûyê 1/1/1993, di 3/8/2014 de li gundê Koço-Şengalê şehîd bûye.

16-          Basil Hacî Hacî, ji dayik bûyê 8/10/1994, di 7/1/2015 de li Sinûnê şehîd bûye.

17-          Behcet Mihemed Seîd, ji dayik bûyê 1/1/1983, di 25/4/2015 de li Çiyayê Şengalê şehîd bûye.

18-          Behzad Mihemed Ebas, ji dayik bûyê 1/7/1969, di 2/3/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

19-          Tewfîq Luqman Mûsa Hiseyn, ji dayik bûyê 1988, di 3/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

20-          Cuzel Nasir Salih, ji dayik bûyê 1982, di 3/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

21-          Hecî Xorto Xelîl, ji dayik bûyê 5/6/1995, di 23/10/2014 de li çiyayê Şengalê şehîd bûye.

22-          Herbî Elî Yusuf, ji dayik bûyê 17/1/1981, di 8/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

23-          Hesen Hacu Murad, ji dayik bûyê 23/5/1995, di 13/11/2015 de li Sulax-Şengalê şehîd bûye.

24-          Hemdî Emîn Xudêda, ji dayik bûyê 1/1/1991, di 3/8/2014 de li gundê Koço-Şengalê şehîd bûye.

25-          Hemîd Şeref Badir, ji dayik bûyê 1/1/1983, di 3/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

26-          Hewas Hîsu Kitu, ji dayik bûyê 1/1/1972, di 20/1/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

27-          Xidir Reşo Sefok, ji dayik bûyê 1974, di 17/12/2015 de li Cedal-Şengalê şehîd bûye.

28-          Xidir Xudêda Elî, ji dayik bûyê 1/1/1975, di 23/10/2014 de li çiyayê Şengalê şehîd bûye.

29-          Xedîde Berekat Xedîde, ji dayik bûyê 21/1/1992, di 9/11/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

30-          Xizir Ilyas Xizir, ji dayik bûyê 1/1/1975, di 13/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

31-          Xizir Qiro Silêman, ji dayik bûyê 1/1/1968, di 20/3/2016 de li Şengalê şehîd bûye.

32-          Xelat Hecî Nemir, ji dayik bûyê 1/6/1990, di 3/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

33-          Xelef Silêman Şivan, ji dayik bûyê 1/1/1964, di 23/3/2015 li Sinûnê şehîd bûye.

34-          Xelef Elî Etu, ji dayik bûyê 1/1/1992, di 2/12/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

35-          Xelef Firsan Kurmis, ji dayik bûyê 1/10/1976, di 13/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

36-          Xeyrî Murad Xidir, ji dayik bûyê 7/1/1955, di 23/10/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

37-          Dawud Silêman Hesen, ji dayik bûyê 1/4/1992, di 2/3/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

38-          Dawud Qasim Xelef, ji dayik bûyê 1/1/1984, di 13/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

39-          Deham Kebîr Xizir, ji dayik bûyê 1/1/1978, di 2/10/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

40-          Deham Dexîl Omer, ji dayik bûyê 4/1/1994, di 4/3/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

41-          Dîndar Mistefa Ebdulla, ji dayik bûyê 4/10/1970, di 21/12/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

42-          Reşîd Mîkaîl Fetah, ji dayik bûyê 1/3/1976, di 6/1/2016 de li Şengalê şehîd bûye.

43-          Refet Ferhan Têlo, ji dayik bûyê 1/1/1975, di 21/12/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

44-          Remezan Enwer Mihemed, ji dayik bûyê 30/7/1984, di 16/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

45-          Rêzan Elî Mihemed, di 15/6/2014 de li Sinûnê şehîd bûye.

46-          Zeyd Silêman Silo, ji dayik bûyê 1/1/1996, di 7/12/2015 de li gundê Cidarê-Şengalê şehîd bûye.

47-          Ziyad Mehlo Seydo, di 18/4/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

48-          Salim Silêman Yusuf, ji dayik bûyê 1/1/1985, di 14/9/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

49-          Samî Îsmaîl Serhan, ji dayik bûyê 12/1/1992, di 13/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

50-          Serdar Yasîn Mistefa, ji dayik bûyê 12/9/1988, di 7/5/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

51-          Sedu Mişko Omer, ji dayik bûyê 1/1/1968, di 6/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

52-          Selam Hecî Ilyas, ji dayik bûyê 6/2/1991, di 27/2/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

53-          Silêman Dîno Xidir, ji dayik bûyê 1/1/1989, di 22/12/2014 de li kampa Kebertu-Şengalê şehîd bûye.

54-          Silêman Tacir Mûsa, ji dayik bûyê 30/3/1984, di 13/2/2015 de li Sinûnê şehîd bûye.

55-          Suham Kerîm Xizir, ji dayik bûyê 1/1/1977, di 21/12/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

56-          Şehwan Fazil Hiseyn, ji dayik bûyê 1982, di 16/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

57-          Şêrzad Mihemed Mesûm, ji dayik bûyê 1/1/1996, di 14/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

58-          Sebah Hesen Bîso, ji dayik bûyê 1/1/1990, di 4/3/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

59-          Selah Xelîl Bîro, ji dayik bûyê 1/1/1974, di 16/2/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

60-          Selah Mîrza Hesen, ji dayik bûyê 1/1/1988, di 4/3/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

61-          Telal Ilyas Ilyas, ji dayik bûyê 1991, di 30/8/2018 de li Solax-Şengalê şehîd bûye.

62-          Amir Xidir Cidan, ji dayik bûyê 1/1/1992, di 3/8/2014 de li gundê Koço-Şengalê şehîd bûye.

63-          Abdullah Mihemed Yusuf, ji dayik bûyê 1/1/1931, di 31/5/2016 de li Şengalê şehîd bûye.

64-          Ebdulmenaf Taha Omer, ji dayik bûyê 2/12/1958, di 2/10/2016 de li Şengalê şehîd bûye.

65-          Ebdî Qasim Hecî, ji dayik bûyê 1/7/1954, di 21/12/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

66-          Ezet Bapîr Îbrahîm, ji dayik bûyê 8/8/1993, di 2/3/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

67-          Ismet Mihemed Axa, ji dayik bûyê 1/1/1985, di 7/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

68-          Elî Ehmed Osman, ji dayik bûyê 7/1/1978, di 30/12/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

69-          Elî Cemîl Xelef, ji dayik bûyê 1994, di 29/1/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

70-          Îsa Ebdulxaliq Ebdulrehman, ji dayik bûyê 20/3/1975, di 22/8/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

71-          Faroq Mîşo Emo, ji dayik bûyê 1/1/1982, di 15/8/2014 di li gundê Koço-Şengalê şehîd bûye.

72-          Ferhan Elî Xelef, ji dayik bûyê 1/1/1988, di 6/2/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

73-          Ferhad Ezedîn Faris, ji dayik bûyê 4/4/1991, di 28/10/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

74-          Feysel Hecî Reşo, ji dayik bûyê 3/6/1987, di 13/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

75-          Feysel Hesen Etiye Hamid, ji dayik bûyê 1/1/1960, di 26/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

76-          Kemal Ilyas nemir, ji dayik bûyê 1/6/1995, di 13/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

77-          Luqman Abdullah Hecî, ji dayik bûyê 1/1/1981, di 12/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

78-          Mahir Teyro Kirî, ji dayik bûyê 1/1/1988, di 2/3/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

79-          Mecdil Hezret Reşo, ji dayik bûyê 1/1/1987, di 2/1/2017 de li Şengalê şehîd bûye.

80-          Mihsin Hamid Îbrahîm Derwêş, ji dayik bûyê 11/6/1990, di 12/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

81-          Mihsin Mirad Mehmûd, ji dayik bûyê 1/1/1991, di 13/6/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

82-          Mihemedemîn Mîrza Bekirxan, ji dayik bûyê 1/1/1977, di 25/12/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

83-          Murad Qiro Ciyan, ji dayik bûyê 15/12/1991, di 21/10/2014 de li çiyayê Şengalê şehîd bûye.

84-          Merwan Mistefa Tahir, ji dayik bûyê 1/1/1982, di 12/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

85-          Merwan Hecî Avdel, ji dayik bûyê 23/5/1995, di 27/1/2015 de li Xazoka-Şengalê şehîd bûye.

86-          Mesûd Abdullah Elî, ji dayik bûyê 1/1/1971, di 24/12/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

87-          Mistefa Resûl Hemo, ji dayik bûyê 1/7/1957, di 25/4/2017 de li Şengalê şehîd bûye.

88-          Mistefa Îsmaîl Îbrahîm, ji dayik bûyê 1/1/1986, di 12/2/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

89-          Memyal Mûsa Yunis, ji dayik bûyê 20/11/1980, di 30/9/2014 de li Mehmûdiyê-Şengalê şehîd bûye.

90-          Mîro Qember Kerîm, ji dayik bûyê 1/1/1976, di 14/9/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

91-          Mêhvan Şeban Hesen, ji dayik bûyê 4/11/1980, di 7/1/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

92-          Namiq Ezedîn Faris, ji dayik bûyê 25/12/1986, di 2/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

93-          Nebîl Hamid Salih, ji dayik bûyê 15/1/1993, di 2/3/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

94-          Nevroz Ebdulmecîd Mihemed, ji dayik bûyê 21/5/1995, di 7/1/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

95-          Hadî Xelef Cirdo, ji dayik bûyê 1982, di 9/6/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

96-          Haşim Elî Sadiq, ji dayik bûyê 1/1/1974, di 8/5/2016 de li Şengalê şehîd bûye.

97-          Welî Neman Tahir, ji dayik bûyê 1/1/1980, di 14/9/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

98-          Weysî Ebdullah Sed, ji dayik bûyê 7/1/1955, di 1/10/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

99-          Yasîn Mahir Qadir, ji dayik bûyê 1/1/1986, di 10/5/2016 de li Şengalê şehîd bûye.

100-       Yusuf Berekat Xelef, ji dayik bûyê 1/1/1994, di 13/6/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

101-       Sebah Hisên Ilyas, ji dayik bûyê 1989, di 3/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

102-       Şêrzad Ilyas Efer, ji dayik bûyê 1/2/1974, di 3/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

103-       Xelat Hecî Nemir, ji dayik bûyê 1990, di 3/8/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

104-       Nûrî Hiseyn Ebuş Bîco, ji dayik bûyê 1964, di 24/11/2015 de li Şengalê şehîd bûye.

105-       Hadî Mehdî Ilyas Soltan, ji dayik bûyê 1989, di 3/8/2014 de li çiyayê Şengalê şehîd bûye.

106-       Erşed Zêro Hemo, ji dayik bûyê 6/1/1979, di 17/12/2014 de li Zûmar şehîd bûye.

107-       Bapîr Seyfedîn Bapîr Mihemedemîn, ji dayik bûyê 7/1/1980, di 17/12/2014 de li Zûmar şehîd bûye.

108-       Hesen Xelef Kemo, ji dayik bûyê 15/4/1962, di 17/12/2014 de li zûmar şehîd bûye.

109-       Salih Ehmed Avdel, di 17/12/2014 de li Karîz şehîd bûye.

110-       Tahir Hecî Derbas, ji dayik bûyê 1952, di 17/12/2014 de li Zûmar şehîd bûye.

111-       Felah Hesen Yusuf, di 17/12/2014 de li Zûmar şehîd bûye.

112-       Vehêl Fuad Elî, ji dayik bûyê 1/1/1989,  di 17/12/2014 de li Zûmar şehîd bûye.

113-       Mesûd Idrîs Osman, ji dayik bûyê 1/1/1985, di 17/12/2014 de li Zûmar şehîd bûye.

114-       Hewar Mihemedtahir Îbrahîm, ji dayik bûyê 1979, di 17/12/2014 de li Zûmar şehîd bûye.

115-       Welîd Xalid Ilyas, ji dayik bûyê 12/6/1995, di 19/11/2015 de li Solaxê şehîd bûye.

116-       Raîd Ebdulselam Yusuf, li Şengalê şehîd bûye.

117-       Mihemed Mihemed Sedîq Ehmed, di 13/12/2014 de li Zûmarê şehîd bûye.

118-       Dîndar Mistefa Abdullah, di 21/12/2014 de li Şengalê şehîd bûye.

Pustên heman beş