Serdozgeriya Giştî ya Tirkiyeyê, navê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi fermî pejirand û ji bo pêkanîna kongreyê, nameyeke fermî ji Serokê Giştî yê wê partiyê re şand.
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk ragihand, bi guhertina Serdozgerê Giştî yê Tirkiyeyê re, ev gav hatiye avêtin û ew vê pêngavê di têkoşîna doza azadiya Kurdistanê de girîng dibînin ku rêyeke nû vedike.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) roja 12ê Îlona 023an de, li Diyarbekirê di bin navê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) de, yekîtiya xwe ragihandibû.
PWKê di daxuyaniyekê de jî gotibû: “Em wek TDK-TEVGER û PAK, bi dilxweşî dixwazin mizgînîyê bidin miletê Kurd û Kurdistaniyan ku me kongreya xwe ya yekitîyê li Amedê bi awayekî geş, girseyî û serkeftî pêk anî û me bi navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ava kir.”
Diyar kir jî, “Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), mafê çarenûsîya miletê Kurd û gelê Kurdistanê diparêze. Mafê çarenûsîyê li gorî şerd û mercên Kurdistanê û tevgera rizgarîxwazîya neteweyî, herweha li gorî rewşa herêmê û navneteweyî dikare bi awayê dewleteke federal, konfederal an jî serbixwe bê pêkanîn.”