Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, 2 şervanên wan li Dêrazorê di êrîşên hêzên ser bi rêjîma Sûriyeyê de hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, di bersivana êrişên hêzên ser bi hikumeta Şamê ve li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de, 2 şervanên wan hatin kuştin.
Çar roj in şer û pevçûn di navbera hêzên ser bi rêjîma Sûriyeyê ve û HSDê de li gundewarê Dêrazorê berdewam dike, hêzên zêde ên leşkerî li cihên pevçûnan hatin komkirin û pêleke mezin a koçberiyê ji deverên bombebaran û pevçûnan ber bi cihên ewletir dest pê kiriye.
Li gorî amarên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, di encama şer û pevçûnan de, 16 sivîl hatin kuştin ku 7 ji wan zarok bûn, ji bilî kuştina 2 şervanên HSDê û 8 endamên komên xwecihî yên ser bi rêjîma Sûriyeyê û Îranê ve. Herwiha 35 sivîl û 7 çekdar birîndar bûne.