Tevî ku Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryara girtina 3 partiyên nêzîkî PKKê daye, lê ew biryar li Silêmaniyê nehatiye cîbicîkirin.
Li ser daxwaza Ofîsa Karûbarên Partî û Rêxistinên Siyasî, Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Iraqê biryar da ku partiyên (Azadiya Demokratîk a Êzidiyan, Bereya Têkoşîna Demokratîk û Tevgera Azadî) bên hilweşandin, navendên wan bên girtin û mal û milkên wan bên desteserkirin.
Ev daxwaz, li ser giliya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê bûye, ji ber çalakiyên wan partiyên ser bi PKKê ya qedexekirî li Iraqê hatiye kirin.
Çavdêrê siyasî Zana Tewfîq Beg di wê baweriyê de ye, pirsgirêk ew e ku piraniya baregehên wan her sê partiyan li Silêmaniyê ne, ne pêkane ku ev biryar bi hêsanî li Silêmaniyê were cîbicîkirin.
Zana Tewfîq got: “Mixabin ew her sê partiyên ser bi PKK ve li Silêmaniyê çalak in û heta niha rayedarên bajêr nekariye baregehên wan bigirin, yan jî kontrol bikin.
Ji ber ku PKK herî zêde li parêzgeha Silêmaniyê serdest û çalak bûye, çavdêr di wê baweriyê de ne ku divê ev biryar were cîbicîkirin, eger na, dê rayedarên wê parêzgehê bixe jêr berpirsyariyê.