Çekdarên PYD’ê helbestvan Xemgîn Remo ji Dirbêsiyê desteserkir

Çekdarên PYD’ê helbestvan Xemgîn Remo ji Dirbêsiyê desteserkir

Çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat helbestvanê Kurd Xemgîn Remo ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojava Kurdistanê revandin.

Li gor agahiyên, helbestvan Xemgîn ji roja sêşemî 6ê Tebaxa 2024an ve ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat ve hatiye gazîkirin û bi awayekî keyfî hatiye girtin û bi zorê di girtîgehên wê de hatiye ragirtin.

Hêjayî gotinêye ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat bi darê zorê bi dehan çalakvan, pisporên ragihandinê û endamên Encûmena Niştmanîya kurd di nav wan de rojnamevan Bêrîvan Îsmaîl binçav kirine.