Dironên Tirkiyê 4 çekdarên PKKê kuştin

Bi êrîşa asmanî ya balafirên bêmirov, 4 çekdarên din yên rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin, artêşa Tirkiyê dîmenên êrîşê parvekirin.

Li gorî daxuyanîya îro roja yekşemî 11 tebaxa 2024ê ya wezareta parastina netewî ya Tirkiyê, bi êrîşa asmanî ya balafirên bêmirov, 4 çekdarên PKKê li herêma operasyona Pence ya ku li Başûrê Kurdistanê li dijî pe PKKê tê meşandin, hatin kuştin.

Wezaretê destnîşan kir, ji bo ku ew rêxistinê di cî da têk bibin û tune bikin, ewê bi operasyonên piroaktîf û bênavber êrîşên xwe bidomînin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewame. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digre.