Dêrazorê.. şer û pevçûn di navbera HSDê û hêzên ser bi rejîma Sûriyê de berdewamin

Dêrazorê.. şer û pevçûn di navbera HSDê û hêzên ser bi rejîma Sûriyê de berdewamin

Îro 12.08.2024ê li Dêrazorê careke din şer û pevçûn di navbera HSD û hêzên ser bi rejîma Sûriyê pêkhat.

Çapemeniya Sûriyê belav kir ku careke din şer di navbera Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û hêzên ser bi rejîma Sûriyê li derdora Dêrezorê nêzîk çemê Firatê derket û şer û pevçûnên li navçeyê berdewam dike.

Her wiha hat eşkere kirin, ew şer piştî wê yekê tê ku HSDê berî naha ragehandibû şerê li gel hêzên rejîma Sûriyê de 25 çekdarên rejîmê li derdora Dêrazorê hatine kuştin.

Çalakvanên Sûriyê diyar dikin ku derengê şeva borî ji ber şerê navbera HSD û hêzên rejîma Sûriyê xelkekî zêde li navçeyên derdora Dêrazorê koçber bûne.