Artêşa Tirkiyê bi sedema tevgera PKK’ê, ji 5î Tebaxê ve bi dehan bombe û mûşek li ser gund û herêmên diyar yên parêzgeha Duhokê barandine, êrîşan zirareke mezin li pey xwe hiştiye û şêniyên van gundan di nîgeranîyeke berdewam de rojên xwe jiyan dikin.
Li gorî bîlançoya pevçûnên PKK’ê û artêşa Tirkiyê yên ji 5 Tebaxa îsal 2024ê ve, 10 gund, gelî û çiyayên diyar yên sînorê parêzgeha Duhokê di operasyona pence de hatine bordoman kirin, dewleta Tirk êrîş dijwar kirine, hemwext PKK’ê jî tevgera çekdarên xwe pêtir nêzî gundan kiriye.
Êrîşên artêşa Tirk bi vî awa bûne:
5/8/2024
Saet 4:38 heyanî 6:40 êvarê tobxaneyên leşkerê Tirkiyeyê du caran serê Deriyê Bêra li hindavî gundê Belave yê ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kiriye.
6/8/2024
Saet 12:20 şevê, balafirên şer yên dewleta dagirker a Tirkiyeyê bi mûşekan û çekê doşka teqe li tunela PKK’ê ya li hindavî gundê Guherzê yê ser bi devera Nihêlê kiriye.
Saet 6:38 heyanî 8:10 şevê, balafirên şer yên dewleta Tirkiyeyê tunela hindavî gundê Guherzê, devera Şara, Deriyê Bêra û Rojhilatê Tunela PKK’ê ya li hindavî gundê Guherzê bombebaran kirine, her weha saet 6:40 êvarê çiyayê hindavî gundê Girgaş yê ser bi devera Berê Garê ve bombebaran kiriye.
Saet 6:45 êvarê, balafirên şer yên Tirkiyeyê Geliyê Dêra yê devera Berwarî Bala bombebaran kiriye.
7/8/2024
Saet 9:20 heyanî 10:00 şev, du helîkopterên şer yên dewleta Tirkiyeyê bi çekê doşka teqe li Rojavayê Geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî Bala ve kiriye.
8/8/2024
Saet 4:56 êvarê, balafirên şer yên dewleta Tirkiyeyê tunela hindavî gundê Guherzê yê ser bi devera Nihêlê bombebaran kiriye.
Saet 5:09 heyanî 5:14 êvarê, balafirên şer yên dewleta Tirkiyeyê pişta gundê Spîndarê û çiyayê Bêsimtê yê ser bi devera Berê Garê bombebaran kiriye.
9/8/2024
Saet 4:06 êvarê, firokeyên leşkerê Tirkiyeyê tunela hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye.
10/8/2024
Saet 12:00 heyanî 12:30 nîvrojê, helîkopterên şer yên dewleta Tirkiyeyê tunela hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye, her weha saet 4:06 êvarê, balafirên şer yên dewleta Tirkiyeyê careke din tunela hindavî gundê Guherzê hedef girtiye.
11/8/2024
Saet 6:23 heyanî 8:50 şer di navbera leşkerê Tirkiyeyê û çekdarên PKK’ê çêbûye, çekdarên PKK’ê bi Droneke biçûk êrîş kiriye ser xala leşkerê Tirkiyeyê ya li sorê Sigêrê, lê leşkerê Tirkiyeyê drona PKK’ê pûç kiriye.
Saet 8:40 şevê, balafirên şer yên dewleta Tirkiyeyê pişta gundê Dêreşê yê ser bi devera Berê Garê bombebaran kiriye, her weha saet 9:58 şevê helîkopterên leşkerê Tirkiyeyê bi çekê doşka teqe li tunela PKK’ê ya li hindavî gundê Guherzê kiriye.