Bi êrîşa asmanî 17 çekdarên PKKê hatin kuştin

turkey-pence-pkk-duhok-kurdistan-attack-net

Hat ragihandin ku di operasyona asmanî ya ku li Başûrê Kurdistanê li herêma operasyona Pençe pêkhatî, 17 çekdarên PKKê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya ku ji wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê hat dayîn, artêşa Tirkiyê di 24 saetên derbasbûyî de êrîşên asmanî li herêma operasyona Pence encam da ne, 17 çekdarên PKKê ketine ber êrîşan.

Daxuyanî wihaye:

“Li herêma operasyona Pençe-Kilîtê bi operasyona esmanî ya serkeftî, 17 çekdarên PKKê hatine kuştin. Emê bi hemû hêza xwe ve êrîşan li dijî rêxistinê bidomînin”.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewame. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digre.

Pustên heman beş