Piştî xwişka wî revandî, çeteyên PKKê Hemîdê 13 salî jî revandin

Ciwanên Şoreşger -pkk-zarok-net

Çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger zarokekî Kurd yê 13 salî ku ji Efrînê ye revand û çarenûsa wî nediyare, çend rojan berê xwişka wî jî li ser destê van çeteyan hatiye revandin.

Çalakvanên Kurd yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, zarokê Kurd yê bi navê Hemîd Hemo Mislim yê 13 salî ji roja 27 Tîrmeha îsal 2024ê ve wendabûye û çarenûsa wî nediyare.

Destnîşan kirin, ev zarok ji Efrînê ye, lêbelê li taxa Şêxmeqsûdê yê kurdinşîn li Helbê dimîne, malbata wî ti agahî derbarê wî destnexistine.

Çalakvanan diyar kirine, ku xwişka vî zarokî ya bi navê Henîfe Hemo ya 19 salî çend rojan berê ji hêla Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

Ciwanên Şoreşger yêk ji rêxistinên çete yên girêdayî PKKê ye, fermanên xwe ji Qendîlê distîne û fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî serperiştiyê li vê girûpê dike erka sereke ya vê girûpa çeteyan revandina zarokên Rojava Kurdistanê, tirsandin û gefxwarina li xelkê sivîl û êrîş kirina ser baregehên partiyên Kurdistanî ye.

Pustên heman beş